Folklor û Afırandina Çanda Nivîskî

Civakên cîhanê dikarin wek civakê xwedî çandên devkî û yên nivîskî werin cudakirin. Ev herdu kategorî ne tenê di mijara çandê de alavên analîzê derdixin holê, lê li gora vê kategoriye, jiyan, ziman, wêje, têgihiştin, mejû, pevguhazî û hwd. yên herdu cureyên civakan jî dikarin werin analîzkirin û ji hev werin cudakirin. Dema ku mirov berê xwe dide civak(ên) Kurdan, derdikevê holê ku bi piranî heta dawiya sedsala 20an bi gelemperî xwedî ziman û çanda dengî bûn. Ev rewş her diçe tê guhertin û Kurd xwe vedigerînin ser ziman û çanda nivîskî. Bi wî awayî wateya nivîs û tekstên nivîskî di nav civaka Kurd de zêdetir dibe; hafizeya Kurdan xwe ji hafizeya demkurtî vedigerîne hafizeya demdirej. Bi vê yekê jî pêkan dibe ku çand û zimanê Kurdî dijîtalîze bibe. Ev rewş ji bo civakên sivîl yên cîhanê ji mêj ve hatiye girtin, lê belê li cem Kurdan hê aktuel e û pêşketinên pir girîng di mijara nivîsê de derdikevin holê.  Di vê gotarê de ev mijar bir kurtasî di ber çavan re tê derbaskirin û tê angaştkirin ku xebat, lêkolîn, lêgerîn û berhevdanên folklorîk alîkariyek mezin di warê geşkirina çanda nivîskî de didin. Bi lêkolînên folklorê çanda devkî vedigere çanda nivîskî, hafizeye çandê ji dengî dibe nivîskî, çand û ziman tên arşîvkirin û bi runiştina çanda nivîskî civak ji bingehê ve tê guhertin. Wekî mirov cudatiyên çanda devkî û nivîskî dide berhev, derdikevê holê ku ne ya tê bikaranîn lê çanda hatî nivîsandin û dokumentekirin folklora gelekî ye.

___

  • Alakom, Rohat (1994): Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan. Weşanên Nûdem Seite 3-6.