Xwendineke Berawirdî Ya Problema Xerabîyê Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Othelloya Shakespeare De

Problema xerabiyê, problemeke herî kevnare ye ku hem di qada felsefeyê de hem jî di qada olî de nîqaş li ser hatine kirin. Ev problem îro jî aktûelbûna xwe diparêze û gelek nîqaşên felsefî û olî li ser vê problemê têne kirin. Shakespeare û Ehmedê Xanî di demên cuda de jiyabin jî em dikarin şopên vê problemê di berhemên her duyan de jî bibînin. Di çanda Rojava de ev problem bêtir di çarçoveya felsefeyê de hatiye nîqaşkirin. Loma em di Othelloyê de bêtir rastî nêrînên felsefîk tên. Lê di çanda Rojhilat de di vê serdemê de bandora olê bêtir heye û şair û edîbên vê serdemê bêtir ji perwerdeya olî derbas bûne. Loma jî di Mem û Zînê de em bêtir rastî nêrînên olî yên li ser vê problemê tên. Di vê gotarê de di çarçoveya problema xerabiyê de em ê van herdu berheman bidin berhev. Her çend di navbera van her du berheman de ji aliyê edebî ve gelek xalên hevpar hebin jî em ê bêtir li ser problema xerabiyê hûr bibin.

___

  • Warburton, Nigel (2000). Felsefeye Giriş, wer. Ahmet Cevizci, ç.1., İstanbul: Paradigma.