Bîbliyografyaya Tezên Beşên Kurdolojiyê Yên Li Tirkiyeyê (2011-2016)
Ev
nivîsar li ser tezên beşên kurdolojiyê yên li Tirkiyeyê nirxandineke
bîbliyografîk e. Armanca vê nivîsarê; ji destpêkê heta roja îro çi tez hatibin
nivîsîn digel nirxandineke giştî amadekirina bîbliyografyaya wan e. Ji ber ku
di rewşa hazir de li Tirkiyeyê hê tezên doktorayê tune ne, ev bîbliyografya
tenê tezên lîsansa bilind di nav xwe de dihewîne. Herwiha sînorên vê xebatê ew
tez in ku; di navbera 2011 û 2016an di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî û
Ziman û Çanda Kurdî de hatine amadekirin. Digel vê bi saya vê nivîsarê em ê
pê bidine zanin ku li kurdolojiyê zêdetir di kîjan zanîngehê de çi mijar hatine
xebitîn, di kîjan sehayê de xebat hatine kirin, bi çi ziman an jî zaravayê
hatine nivîsîn. Li gorî wan agahiyan çarçoveyeke gîştî hatiye danîn.
___
- Alakom, Rohat (1991), Kürdoloji Biliminin 200 Yıllık Geçmişi (1787-1987), Deng Yayınları, (ç. 2.), İstanbul