Peyvrêzî Di Frazên Navdêrî De (Devoka Mêrdînê)
Frazên navdêrî hem bi awayekî pêşnavdêrî hem jî paşnavdêrî tên modîfiyekirin
ku modîfiyekerên paşnavdêrî ji yên pêşnavdêrî gelekî komplekstir in. Di vê
xebatê de modîfiyekerên pêşnavdêrî û paşnavdêrî ji aliyê peyvrêziya xwe ve
hatine vekolan. Modîfiyekerên weke diyarker,
çendîker, nîşander, rengdêr, temamker, frazên daçekî û risteyên peywendiyê,
sereyan modîfiye dikin û di hin rewşan de peyvrêziya wan ji ber sedemên
pragmatîk û fonksiyonî diguherin ku li ser vê guhertinê hêmanên weke prosodî,
topîkalîte û fokûs tesîrdar in. Bi taybetî dema ku ji yekê zêdetir rengdêr û
temamker sereyekê modîfiye dikin li gor rewşa topîkalîte û fokûsê, hiyerarşiyeke
semantîk ava dikin ku pozîsyona nêzîkbûn û dûrbûna sereyê û guhertina peyvrêziyê
yek ji stratejiya vê pêvajoyê ye. Ev rewşên peyvrêziya frazên navdêrî di vê
xebatê de bi daneyên ji devoka Mêrdînê û bi perspektîfeke tîpolojîk hatine
ravekirin.
___
- Nooteboom, Sieb. “The The Prosody Of Speech: Melody And Rhythm”. in The Handbook Of Phonetics Sciences. 640-673. W.J. Hardcastle and J. Laver (edit) Oxford: Blackwell, 1997.