Mela Huseynê Balekî Û Çend Helbestên Wî

Edebiyata kurdî ya klasîk, digel dewlemendiya xwe, heta niha ji ber sedemên cihêreng başebaş nehatiye naskirin. Di medreseyên Kurdistanê de gelek alim û seyda derketine ku berhemên wan ên edebî heta niha nehatine zanîn. Lê di van salên dawî de bi zêdebûna lêkolînên li ser edebiyata kurdî em li rastî berhem û agahiyên nû tên. Ji vana yek jî, Mela Huseynê Balekî ye ku ji medreseya Oxînê ya Motkiyê îcazeta xwe wergirtiye. Di vê xebata xwe de em li ser pênc helbestên wî radiwestin. Her wiha em ê helbestên wî ji aliyê huner û şêweyê bi naverok û rûxsarî ve jî binirxînin.

___

  • ...