Zûgotinok Di Edebiyata Kurdî ya Gelêrî De

Zûgotinok an bi navekî din çîvanok, di nava edebiyata gelêrî de weke çîrok, çîrçîrok, mamik, qewlêrk, zêmar û hwd. cureyeke serbixwe ye. Zûgotinok, herî zêde di folklora zarokan de cih digire û bêhtir ji bo xweşdemborî, xweşaxaftin, hilbijartina pîrikên lehîstikan û her wiha di çîrçîrokan de têne bikaranîn. Di edebiyata Kurdî de, nemaze ya gelêrî de, xebatên wekî şîrove, lêkolîn û lêgerînê hê jî nehatiye asteke bilind. Ji ber vê yekê di vê xebatê de hewl hatiye dayin ku, li ser zûgotinokên Kurdî xebateke lêkolînê bê dayîn û bi vî awayî kêmasiyek bê dagirtin. Bi vê hizirînê li ser pênase, taybetmendî û senifandina zûgotinokan hate rawestin û her wiha piştre jî hin xalên girîng, wekî mijar û rêbazên vegotina zûgotinokan hate niqaşkirin.

___

  • ...