Bandora Rêbaza Realîzma Civakparêz Di Romana Şivanê Kurmanca De

Edebiyata kurdî ya modern ji ber hin sedeman ji sedî sed ne di welatekê de, di qonaxên curbecur de hebûna xwe domandiye û pêşketiye. Wekî tê zanîn yek ji wan qonaxên vê edebiyatê jî qonaxa edebiyata kurdên Sovyetê ye. Ev qonax piştî şoreşa bolşevîkan hêdî hêdî derdikeve holê û hebûna xwe geh di nav atmosfereke erênî de geh dibin ewrên reş de didomîne. Bêguman nûnerên vê edebiyatê ji şert û mercên siyasî yê dewleta Sovyetê bêxeber nebûn û di bin bandora nêrîna siyasî ya rejîma nû de man. Erebê Şemo jî yek ji wan piştgir û dildarê vê rejîma nû ye. Jixwe vê heyrantiya xwe ya li hemberî rejîma nû di romana xwe ya Şivanê Kurmanca de rasterast aniye ziman.

___

  • ...