Ji Herêma Behdînanê Helbestkarekî Pirziman: Seyfiyê Şoşî

Seyfiyê Şoşî, di nîva dawîn a sedsala XVIIIan û nîva pêşîn a sedsala XIXan de li herêma Behdînan jiyaye. (1750?-1821?) Malbata Seyfî li vê derdorê bi terîqeta Xelwetî û Qadiriyê namdar bûye, temenê wî jî di nav vê kevneşopiyê de derbas bûye. Seyfî helbestvanekî mutesewif ê edebiyata Kurdî ya klasîk e. Wî rêbazên edebiyata klasîk di helbestên xwe de bi kar anîne. Kurd, gelekî xweyî pirçand e, ji pejirandina Îslamiyetê heta îro Kurd ketine nav çandekî dewlemend. Bi taybetî ev xusûsiyet ji erdnîgariyê tê. Cihê ku Kurd tê de dijîn (Kurdîstan) navenda rojhilatê ye û mabeyna sê gelên Misilman ên mezin de cihê xwe girtiye. Piştê Peymana Qesra Şirînê, Kurd hem ji erdnîgariya xwe ve hem jî li siyaseta xwe ve bûne du şeq û piştê şerê cihanê yê yekem jî bûne çar perçe. Kurdên Başûr di bin bandora çanda Ereban, yên Rojhilat di bin bandora Farisan û yên Bakur jî di bin bandora çanda Tirkan de mane. Vê rewşê kesayetiyeke pirçandî û pirzimanî daye nivîskar û şa’îrên Kurd. Perçekirina erdnîgariya Kurdan, ji aliyê siyasî ve herçendê şert û mercên neyinî bi xwe re anî bin jî, ji terefê çand û ramanê ve dewlemendiyek daye çand û edebiyata Kurdan. Seyfiyê Şoşî jî weke Kurdekî pir ziman û xwedî çandekî piralî bi Kurdî, Erebî û Farisî helbest nivîsîne û di vê kevneşopiyê de ciyekî girîng hilgirtiye.

___

  • ...