NEXŞEYA ZİMANÎ YA ERDNÎGARÊ Û NİRXANDİNEKE MÎKROTOPONOMÎK Lİ SER GUNDÊ QOPİZA JORÎN

Ev nivîsar lê dixebite ku bi kurtasî toponomiyê pênase bike û pêwendiya wê ya ligel çend faktorên din yên wekî ziman, dîrok, zanista siyasetê, bîra hevpar û polîtîkayên cihwarnavan (placenames) yên desthilatdariyê nîqaş bike. Navên toponomîk beşeke muhim ya kelepûr û bîra hevpar ya neteweyekê pêk tînin. Wekî binbeşeke toponomiyê, mîkrotoponomî navên erdnîgarî yên biçûktir lê dikole, bo nimûne, navên dehl, newal, gir, çiya, kaniyan. Di pêwenda navên mîkrotoponomîk de yên li Gundê Qopiza Jorîn (navê fermî: Yukarıkopuz) a ku li ser navçeya Zêtka ya Agiriyê ve ye, ev xebat piştî di derbarê paşxaneya guherîna cihwarnavên kurdî yên li Tirkiyê de zanyariyên gelemper berpêş dike, bi bergeheke zimannasiyê ve, navên mîkrotoponomîk yên herêmî raber dike û hewl dide çend navên berhevkirî yên bi kurdiya kurmancî ku dikarin wekî termên erdnîgarî bêne nirxandin, berçav bike.