Dİ HELBESTÊN MELAYÊ BATEYÎ DE EVÎN Û HEZKİRİN

Em di vê xebata xwe de li ser helbestên helbestvanê hêja yê ku di edebiyata kurdî ya klasîk û di nav hemû Kurdan de bi berhema xwe ya bi navê Mevlûdê tê naskirin, Melayê Bateyî rawestan. Xebata me bi piranî li ser mijarên evînî û hezkirinê ye, me di xebata xwe de helbestên Melayê Bateyî ji aliyê van her du mijaran ve şîrove kirine. Armanca xebatê; em dixwazin ku hemû kes zanibe helbestên Melayê Bateyî yên din jî mîna Mevlûdê baldar û hunerî ne. Her wiha, Bateyî di helbestên xwe de evîn û hezkirin bi çi awayî û bi kîjan helwestan xemilandiye, heta ji destê me hatiye me derxistiye holê. Di nav helbestvanên edebiyata klasîk ya kurdî de Bateyî cihekî pir girîng digire. Me jî di vê lêkolînê de helbestên Bateyî şîrove kirin ku helbestên Bateyî yên din jî baştir werin fam kirin. Lewre evîn û hezkirina di helbestên Bateyî de motîfên tesewufî, çawa helbestên wî xemilandine em jî li ser diyarkirina vê riyê meşiyan.