Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok

Li dinyayê û li welatê me çîrok bûne mijara gelek lêkolînan. Pirr caran çîrok,bi bêjeyên “hebû tunebû li welatekî”, “hebû tunebû carekê ji caran” dest pê dikeû guhdaran dixe nava xeyalên neasayî û fantastîk, carcaran guhdaran dibe serçiyayên di nava ‘ewran de, car caran jî guhdaran dibe heft tebeqe di binê ‘erdêde. Di şevên zivistanê yên dirêj de civata kurdan bi çîrokan re hevaltî dikirinango çîrok parçeyek ji jiyana kurdan bû. Hinek çîrok hebûn, neteweyî bûn angoli hemû welêt dihate zanîn (Şengê û Pengê, Mîrze Miheme) hinek jî herêmî bûn,an jî hew li gundekî tenê dihatine zanîn.Li gorî mijarê cureyên çîrokê cuda cuda ne. Her çîrokek ji sê beşan pêk tê(çîvanok, beşa hîmî û encam). Divê di her çîrokê de bûyer, leheng, cih û demhebe. Taybetmendiyeke çîrokan a herî mezin motîf in. Her motîfek xwediyêwateyekê ye. Di çîrokên kurdî de motîfên wek “porkur”, “beranê reş û sipî”,“tîremar”, “morika” xewê hene.Em ê di vê xebata xwe de li ser bêjeya çîrokê, dîrokçeya çîrokên gelêrî yali dinyayê û di nava kurdan de, çavkaniyên çîrokê, cureyên çîrokê, naverokaçîrokan û bi kurtasî li ser çend motîfên di çîrokên kurdî de derbas dibin bisekinin.Ji bona avakirina vê metnê me, di warê çîroka kurdî de lîteratura heyîvekolandin û bi awayekî sîstematîk agahiyên derbarê çîroka kurdî de li ber çavaraxistin.Peyvên Sereke: Folklora kurdî, çîrok, xebatên li ser çîrokên kurdî yêngelêrî, cureyên çîrokên kurdî
Anahtar Kelimeler:

-