NAZIM Û ŞA’IR MELA ZAHID ZEHERÎ (BAŞER): JÎYAN, BERHEM Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ

Îro jî nivîskarên Edebiyata Kurdî ya Klasîk û berhemên wan derdikevin holê û xebat li ser wan tên kirin. Ji ber vê egerê Edebîyata Kurdî ya Klasîk zindî ye û tradisyona xwe berdewam dike. Yek ji nivîskarê Edebîyata Kurdî ya Klasîk ku li jîyanê ye Mela Mûhemmed Zahid Zeherî (Başer) ye. Mela Zahid, ji gundê Nêrçik a Pasûr (Qulp) a Amedê ye. Di medreseyan da perwerde bûye û kesayetekî zanistên Îslamê û zimanê ‘Erebî ye. Mela Zahid ji alîyê din va kesayetekî edebî ye. Bi nivîsandina 26 berheman beşdarî edebîyatê bûye ku ji van berheman 20 heb bi Kurdî ne. Hem şa’ir e û hem nazim e. Şeş dîwanên muretteb nivîsandine û xwediyê 17 menzûmeyên dînî ye. Îhtîmal e ku cara yekem ‘Erûzname û Silsilenameya Terîqetan wî nivîsandibe di Kurdî da. Ev gotar kesayetîya Mela Zahid a edebî vedikole, herwiha berhemên wî jî cara yekem bi vê nivîsarê tête polînkirin û nasandinê. Bi giştî nivîsara me li ser sê beşan hatîye terxan kirin. Jiyana Mela Zahid, berhemên wî û kesayeta wî ya edebî.

___

  • Altınkulaç, T. “İbnü’l-Cezerî”, TDV İslâm Ansiklopedisi, https://islamansiklopedisi.org.tr/ibnul-cezeri (pêgehin: 19.01.2020).
  • Aydınlı, A. (2011). Cevşen Duası -Kaynakları Hakkında Bir İnceleme. Usul İslam Araştırmaları, 15 / 15 (Haziran 2011): 7-29.
  • Aykaç, Y. (2015). Dîwana Hezîn (Metn, Lêkolîn û Ferheng), Teza Lîsansa Bilind ya neçapbûyî, Zanîngeha Bîngolê, Enstîtuya Zimanên Jîndar, Makezanista Ziman û Edebiyata Kurdî, Çewlîg.
  • ...................................................................................................