KURTENÊRÎNEK LI TÊGEHÊN EDEBIYATA DINYAYÊ, EDEBIYATA BERAWIRDÎ Û NÊRÎNÊN DAVID DAMROSCH

Edebiyat zanisteke dewlemend e, ji ber hin hewcedariyan bi têgeh û binbeşên nû ve di nav demê de qada xwe fireh kiriye. Di vê nivîsê de wê behsa du têgehên edebiyatê yên ku wek zanist li cihanê êdî bi nav û deng in bê kirin; edebiyata berawirdî û edebiyata dinyayê. Di vê gotarê de li ser wate, dîrok û naveroka her du têgahan wê bê sekinandin. Pişt re nivîskar û teorîsyen David Damroschê amerikî hat nasandin, xebat, nêrîn û fikrên wî yên di vê qadê de hatin nirxandin. Armanc di edebiyata kurdî de balkişandina li ser van mijaran e. Ji bilî vê, xebatên David Damrosch çawa dikare rê nîşanî me bide û em çawa dikarin ji wan sûd werbigrin jî xaleke din a vê gotarê ye.

___

  • Aytaç, Gürsel. (2013), Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, İstanbul: Say Yayınları.
  • Borges, Jorge Luis. (2015), Yedi Gece, İstanbul: İletişim Yayınlar. 2.Baskı
  • Damrosch, David. (2013), Dünya Edebiyatı Nedir? İstanbul: İstanbul Bilgi Üniversitesi Yayınları.
  • Damrosch, David. (2016), Dünya Edebiyatı Nasıl Okunmalı?, İstanbul: İstanbul Bilgi Üniversitesi Yayınları.
  • ...........................................................................................