Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar - Mîkaîl Bilbil

Ev xebata Mîkaîl Bilbil a bi navê Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar, ji bilî kurte û pêşgotinê ji du beşên serekê û encamê pêk tê. Di kurteyê de, ku di eslê xwe de kurteya tezê jî ye, Bilbil motîvasyona amadekirina vê berhemê tîne ser ziman. Di pêşgotinê de jî armanca pirtûkê tîne ser ziman: “Di vê xebatê de rengvedana têgeha îqtîdarê ya di helbestên Cegerxwîn de hatiye şîrovekirin ku ew ji aliyê Kurdan ve weke yek ji helbestvanên herî mezin ê edebiyata Kurdî yê sedsala bîstan tê zanîn.