HACÎ QADIRÊ KOYÎ: SERENCEMA DÎWANA WÎ LI STEMBOLÊ Û HEVALTIYA WÎ BI KEYFÎ RE

Di helbesta kurdî de pêşengê veguherînê Hacî Qadirê Koyî ye. Ji aliyê ruxsarî ve ferqa helbesta wî û ya helbestên klasîk nîne, lê mijarên wî êdî ne xeyal û metaforên klasîk in. Wî bi helbestên xwe yên nûjen ji nifşekî re mamostetiya kurdîtiyê kir. Di vê gotarê de pêşî em ê behsa fikriyata Koyî û tesîra wî ya li ser rewşenbîrên kurd bikin. Peyre jî em ê li Stembolê bikevine pey şopa dîwana wî: Çima çap nebû, çawa winda bû? Ji bo fêmkirina jiyana Koyî ya li Stembolê em ê behsa helbestvan Keyfî (Fethulla Ciwanroyî) jî bikin ku riya wî jî bi Stembolê ketibû û li vir bûbû destebirakê Koyî.