Dokument

Dokument

Dokumenta vê hejmara Nûbihar Akademîyê nameyek e ku di dema herba Uris û Osmanîyan de ji Axayekî Kurd ê Ezidî bo serbazêkî Rus hatîye nivîsin. Name ji aliyê Mîrze Axa ve, di 22yê gulana sala 1830î de, bo Îvan Feodrovîç Paskevîç ku di pileyeke bilind a Monarşîyê (Graf) de ye hatîye şandin. Name çiqas kurt be jî, di wê serdemê de û di şertên herbê de di biwara têkiliyên Kurdên Ezîdî û Urîsan, bi taybetî jî di biwara tifaqa wan a li dijî Osmanîyan de têbînîyên balkeş pêşkeş dike. Ev dokument ji arşîva wezareta derve a Rûsya Qeyserî di nav dokumentên P. Î. Averyanov de hatîye dîtin. Ev dokument her weha di pirtûka P. Î. Averyanov de ya bi navê “Kurd di Şerê Rûsya bi Persiya û Turkî re di sedsala 19 de” jî belav bûye ku ev pirtûk di 1900an de li Tîflîsê hatîye çapkirin. Bes pirtûk nuha bi dest nakeve. Resm 1: Berga pêşîn ya pirtûka P. Î. Averyanov “Kurd di Şerê Rûsya bi Persiya û Turkî re di sedsala 19 de”; Resm 2: Orîjînala Nameya Mîrza Axa ji bo Graf Paskevîç.
Keywords:

name mektup, rusi,