ZIMANÊ KURDÎ, MALBAT Û ZARÊN WÎ

Zimanê Kurdî yek ji zimanên Îranî ye, ku ser bi malbata Hînd û Ewropî ye. Lewma hevbeşiyên zehf di navbera Kurdî û zimanên din ên Îranî de hene. Ev wekyekî û nêzîkiya navbera hinek zimanên dinê, bûye hokara destnîşankirina malbatên zimanan. Lê belê, dema yek dibêje Kurdî, dîsa ne xuya ye, ku mebesta wê kîjan zarê Kurdî ye. Çimkî zimanê Kurdî, zimanekî ne-sitandard bûye û ji çar şaxên sereke pêk tê. Ew şax jî bi zar tên binavkirin. Ji vî aliyî valatiyeke mezin heye û bandora vê valatiyê jî li ser tevahiya Kurdan çêbûye. Herwiha, zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e. Lewma neteweyên dagîrker û hukimdarên axa Kurdistanê, ji bo têkbirina Kurdî hewl didin, heta bikaribin nasnameya Kurdan jî têk bibin. Ev pirosêsa esîmîlasiyonê, li gelek cihên Kurdistanê bandoreke mezin çêkiriye. Minak, li bakurê Kurdistanê jimara Kurdî axêvan kêm bûye û zimanê Tirkî di gelek warên cuda de cihê Kurdî girtiye. Ji ber vê yekê, em wek zimannasek Kurdî dimeyzînin û hewla ronîkirina rastiyên zimanewanî didin. Di vê gotarê de, em behsa malbata zimanê Kurdî, zarên zimanê Kurdî û têgehiştina di navbera van zaran de dikin û şiroveya rewşa heyî dikin. Ew jî bi palpiştiya çavkaniyên heyî û belavkirina formên rapirsî di Zanîngeha Koya de. Li gorî bersivên xwendekaran ku temena wan di navbera 18-30 salî de ye, me li Başurê Kurdistanê ji bo têgehiştina di navbera zarên Kurdî de modêlek ava kiriye.

___

  • Anderson, B. (1999). Imagined Communities: Reflections on the Origin and Spread of Nationalism. (R. edition, Ed.) London ; New York : Verso: British Library cataloguing in publication data.
  • Aslan, S. (2009). Incoherent State: The Controversy over Kurdish Naming in Turkey. European Journal of Turkish Studies, 10, 1-20.
  • Baldi, P., & Cuzzolin, P. (2015). Indo-European Languages. International Encyclopedia of the Social & Behavioral Sciences, 820-827.
  • Cewerî, F. (1998). Kovara Hawar, 1, Hejmar 1-23 (1932-1933). Stockholm: Nûdem.
  • Chambers, J. K., & Trudgill, P. (2004). Dialectology. (2. Edition, Ed.) Cambridge: Cambridge University Press.
  • Ethnologue. (2019, August 1). Ethnologue. Retrieved from https://www.ethnologue.com/
  • Googlê, N. y. (2019). Nexşe ya Googlê. Retrieved from https://www.google.com/maps
  • Haig, G., & Öpengin, E. (2015). Gender in Kurdish Structural and socio-cultural dimensions. In M. Hellinger, & H. Motschenbacher, Gender Across Languages (pp. 247-276). John Benjamins.
  • Hassanpour, A. (1993). Kurdish Studies: Orientalist, Positivist, and Critical Approaches: Review Essay Kurdish Ethnonationalism by Nader Entessar. The Middle east Journal, 47(1), 119-122.
  • Khalid, H. S. (2013). The language and politics od Iraqi Kurdistan. Exeter: Master thesis.
  • Khalid, H. S. (2015). Kurdish dialect continuum, as a standardization solution. International Journal of Kurdish Studies, 1(1), 27-39.
  • Bedlîsî, Ş. (2014). Şerefname -Dîroka Kurdistanê. wergera Kurmancî: Ziya Avcı. Stembul: Azad.
  • Öpengin, E. (2011). Rewşa Kurdî ya sosyolenguîstîk li Tirkiyeyê. Stembul: Avesta.
  • Saussure, F. d. (1998). Course in General Linguistics. (R. Harris, Trans.) Open Court.
  • Sheyholislami, J. (2015). Language varities of the Kurds. The Kurds: History–Religion–Language–Politics , 30-52.
  • Xanî, E. (2017). Mem û Zîn. Komkirin û amadekirin: Şamîl Esgerov; Mehmet Kaplan; Huseyn Şemrexî. Stembul: Nûbihar.
  • اسماعیل، ز. ب. ( ١٩٧٧) تاريخ اللغة الکردیة. بغداد: مطبعة الحوادث.
  • حەمە-خورشید، ف. ( ٢٠٠٨) زمانی کوردی و دیالێکتەکانی شیکردنەوەیەکی جوگرافیایی. سلێمانی: دەزگای چاپ و پەخشی سەردەم.