VEGÊRANA WELATPERWERÎYÊ Û FÊHMA ZIMAN DI HELBESTA ŞIKOYÊ HESEN DE

Şikoyê Hesen, kurdekî êzîdî û yek ji helbestvanên qonaxa Kafqasyayê ye. Bi navê “Qalçîçek”, “Tembûra Kurda”, “Meremê Dilê Kurd” sê berhemên wî yên helbestan hene. Di gelek helbestên Şikoyê Hesen de welatperwerî derdikeve pêş û helbestvan hest û nêrînên xwe yên di vî warî de bi vegêranekê di nav helbestên xwe de hunandine. Herwiha fêhm û hişmendîya ziman jî bûye temayeke sereke di helbestên Şiko de. Mijara vê xebatê vegêrana welatperwerîyê û fêhma ziman di helbesta Şikoyê Hesen de ye. Pêşî derbarê jîyana Şikoyê Hesen de agahî hatine dayîn û navên berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin, hatine nivîsandin. Herwiha di helbestên Şikoyê Hesen de vegêranên ku hest û vegotinên welatperwerîyê di wan de derdikevin pêş, hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Piştre helbestên Şikoyê Hesen ku di wan de fêhm û hişmendîya ziman derketiye pêş hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Ev xebat li ser du berhemên Şikoyê Hesen hatiye kirin. Yek jê berhema bi navê “Tembûra Kurda”, ya din a bi navê “Payîz û Ba” ye.           

___

  • Akboğa, Hasan (2014). “Helbesta Zimanê Kurdî û Helbestvanekî winda: Dr. Şikoyê Hesen. Kovara Nûbiharê, 126, 89-91.
  • Hassanpour, Amir (1997). Kürdistan’da Dil ve Milliyetçilik 1918-1985. İstanbol: Avesta.
  • Hesen, Şikoyê (1971). Meremê Dilê Kurd. Nesîreta. Yerevan: Hayestan.
  • Hesen, Şikoyê (2008). Payîz û Ba. (Berv.Tosinê Reşîd). Stenbol: Avesta.
  • Hesen, Şikoyê (1965). Tembûra Kurdan. Êrîvan: Neşîrata Hayastan.
  • Sebrî, Osman (1998). Li Gornistanek Amedê. Hawar, 21, 2. (Amd. Hawar, c.1., Nûdem, Stockholm, , r.441.
  • Sümer, Mehmet (2010). Turgut Uyar Şiirinde Anlatımcı. Teza Lîsansa Bilind, İstanbul: Marmara Üniversitesi.
  • Alan, Remezan (2015). Destpêk ji bo Zanista Edebîyata Modern. Stenbol: Peywend.
  • Ergün, Zülküf (2017). Nerît û Helbest Nerîta Neteweyî di helbesta Nû ya Kurdî de (1880-1970). İstanbul:Nûbihar.
  • Boyîk, Eskerê (2012). Çanda Kurdên Sovyetê. Diyarbakır: Deng.
  • Ekinci, Yunus (2017). “Bolşevik İhtilâlinin Ortaya Çıkması Ve Sebepleri”. Fırat Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi The Journal of International Social Sciences Cilt: 27, Sayı: 1, Sayfa: 265-275.
  • Onen, Ronayî (2018). Ziman û Netewesazî. (Wer.Şehmus Kurt). İstabul: Peywend.
  • Alan, Remezan (2013). Bendname Li Ser Ruhê Edebiyatekê. Stenbol: Peywend.
  • Dodkî, Tuwanê (2016.01.02). “Mîrê nenas ê Helbesta Kurdî Şikoyê Hesen”. Basnnews. Malper: http://www.basnews.com/index.php/kr/news/251361 (Pêgihîn: 20.10.2018).