KURD Dİ ÇARÇOVEYA TEFSÎRA ÇEND AYETÊN QUR’AN’A PÎROZ DE

Çavkanîyên Erebî yên derbarê Kurdan de gelek girîng in. Ev çavkanî, bi xêra dînê Îslamê berfirehtir bûne. Dema ku mirov bixwaze li ser dîroka Kurdan lêkolînan bike, divê bi zimanê Erebî baş bizanibe da ku bigêhêje van çavkanîyan. Di çavkanîyên erebî yên wek dîrok, erdnîgarî, tefsîr, hedîs, fıqh, eqîde, kelam, felsefe, helbest û edebiyatê de gelek agahî li ser Kurdan têne peydekirin. Çavkanîyên sereke bêguman Qur’an’a Kerîm û tefsîrên wê ne. Di Qur’an’a Kerîm de navên gelan pir cih nagre. Qur’an, bi piranî li ser hêmanan radiweste. Hinek “mebadîê ‘umûmî” ango qanûnên giştî datîne. Carinan behsa gelan jî dike wekî Rum, Ereb, Cihû, Benî Îsraîl, Fille û hwd. Nêrîna Qur’anê nêrîneke îmanî ye. Navê gelên wekî Kurd, Tirk, Îngîlîz, Fars û hwd. di Qur’anê de cih negirtine. Lê belê piştî Hz. Pêxember hinek tefsîr li ser Qur’anê hatine çêkirin. Di van tefsîran de hîn di dema sehabî û tabîiyan de hatiye gotin ku filan ayet îşareta filan milletî dike. Di filan ayetê de behsa filan qewmî tê kirin. Ji dem sehabî û tabîiyan de û heya îro di gelek tefsîran de navê Kurdan cih girtiye. Hinek mufessîran gotine ku “filan ayetê de qala Kurdan tê kirin.”, “Filan ayet behsa Kurdan dike.”, “Ev ayeta Kurdan nîşan dide.” û hwd. Wek mînak:
Anahtar Kelimeler:

kurd, ekrad, zimane kurdi

KURD Dİ ÇARÇOVEYA TEFSÎRA ÇEND AYETÊN QUR’AN’A PÎROZ DE

Arabic sources are important. These resources are further developed through Islam. If you need to do research about the Kurds, you need to know a good Arabic for it. There are a lot of information about Kurds in Arabic sources such as history, geography, fiqh, tafsir hadith, kalam, philosophy, poetry and literature. Its main sources are the Qur'an and Qur'anic books/commentary of Qur’an. The Qur'an does not include many names of nations and races.The Qur'an sets general principles. Based on these principles, sometimes Arab, Greek, Christian, etc. names are included. In some Tafsir books there is information about the Kurds. Some of the verses contain information about the Kurds in their exegesis. But after The Prophet was made some commentaries on the Holy Qur'an. In these commentaries books, it was said during the time of the Sahabi and Tabiyyu that such and such a verse refers to such and such nation. In such and such a verse, such people are mentioned. The name of the Kurds has been included in many interpretations since the time of the Companions and the Tabiyyah. Some commentators have said that "such and such a verse talks about the Kurds.", "Such a verse talks about the Kurds.", "This verse shows the Kurds." Here are some of these verses.1-Ayeta şazdemîn a sûreyê Feth “Ji bedewiyên ku li paş mane re bibêje: Li hemberî milletekî ku xwedan hêzeke dijware gaziya şer dê li we bê kirin. Hûn ê şerê wan bikin, an jî ew ê(bê şer) misilman bibin. Vêca hûn(çûna şer) qebûl bikin, Xwedê dê perûyeke spehî bide we. Lê belê eger weke cara pêşîn hûn dîsa ji paş ve vegerin, Xwedê dê bi ezabekî dijwar û cansoj we ceza bike”. 2- Ayeta şêst û heştemîn a sûreyê Enbiya “(Ji hev re) gotin: Eger hûn dixwazin tiştekî pê bikin, wî bişewitînin û arîkariya îlahê xwe bikin”. 3- Ayeta çil û çaremîn a sûreyê Hûd “(Piştî ku kafir binav bûn ji erd û asîmanan re) hate gotin: Hey erdê! Ava xwe daqurtîne. Ya esmano! Tu jî vekişe. Av kêm bû û çikiyaî ferman bi cih hat, keştî jî li ser Cûdî rawestiya û hate gotin: Bila dûrbûna ji dilovaniya Xwedê ji cıvata zalim re be!”. 4- Ayeta bîst û duyemîn a sûreyê Kehf: “hin ji wan bi texmînî) dê bibêjin: Ew sê bûn, çarê wan jî segê wan e. (Hin jî) dê bibêjin: Ew pênc bûn, şeşê wan segê wan e. (Ev) derbarê ya nepenî(xeybê) de texmîn dikin. (Hinek jî dê) bibêjin: Ew heft bûn, yê heştê wan jî kûçikê wan e. Bibêje: Xwedayê min, bêhtir bi hejmara wan dizane. Ên ku bi wan dizanin pir hindik in. Nexwe der heqê Xelkên Şikeftê de ji bîlî nîqaşeke diyar(ku ji te re wehyê diyar kiribe) tu munaqeşeyeke din neke û derbarê wan de jî tu kesî(ji yên xwedankîtêb) malûmatan nexwaze.” Ji bilî van ayetan, di tefsîrên hinek ayetên din de jî mufessîr bi hinek munesebetan behsa Kurdan kirine.

___

  • Qadî, Beydawî, Tefsîru’l-beydâwî, Dâru ihyâi’t-turasi’l-Erebî, Beyrut, 1418, 4,55;