Kêşeya Wergera Biwêj û Gotinên Pêşiyan di navbera Tirkî û Kurdî de

Biwêj û gotinên pêşiyan perçeyek ji malê gelê xwe ne. Ji ber ku her neteweyek xwedî taybetmendiyên xusûsî ne, lewma jî di navbera her neteweyekê de ji her aliyê ve cihêtî peyda dibin. Gava ku ew cihêtî bê li ser karê wergerê hingê girîngiya biwêj û gotinên pêşiyan bêtir derdikeve holê. Çunkî yek ji xalên herî girîng di wergerê de kultur e ku divê wergêr vê yekê li ber çavan bigire û bala xwe bide ser. Dikare bê gotin ku yek ji wan cihên kulturî ku wergêr asê dibe, hêmanên wek biwêj û gotinên pêşiyan in. Ji ber vê yekê, armanca vê nivîsarê di çarçoveya biwêj û gotinên pêşiyan de diyarkirina kêşeya wergerê ye. Di biwara wergerê de gelek rê û rêbaz hene ku ji wan a li ser wergera biwêj û gotinên pêşiyan zîq bûye metodolojiya M. Bakerê ye. Lewma em jî di nav sînorên tirkî û kurdî/kurmancî de li dor metodolojiya M. Bakerê li ser kêşeya wergera biwêj û gotinên pêşiyan hûr bûn. Li gor vê rêbazê, bi mînakan, me biwêj û gotinên pêşiyan ên herdu zimanan li gor hevtayiyên xwe dabeş kirin. Di dawiyê de jî ji bo wergereke baş hin pêşniyaz û tesbît kirin.

___

  • Açar, Z. (2020). Wergera ji Tirkî bo Kurdî û Bikaranîna Hin Peyv û Qalibên Girîng ên Kurdî di Wergerê de. Kurdiyat. hejmar 1, 83-130.
  • Aksan, D. (2004). Türkçenin Sözvarlığı Türk Dilinin Sözcükbilimiyle İlgili Gözlemler, Saptamalar. (Çapa 3). Ankara: Engin.
  • Aksoy, Ö. A. (1994). Atasözleri ve Deyimler Sözlüğü. İstanbul: İnkılâp Kitabevi.
  • Aykaç, Y. (2012). Seb Xatirê ‘Eliyê ‘Emo. Nûpelda. hejmar 9, 76-79.
  • Ayvaz, G. (2013). Sözcükler, Söz Öbekleri, Deyimler ve Atasözleri’nin Çevirisi ve Çeviri Eylemine Etkisi. SAÜFED, c. II, 211-221.
  • Baker, M. (2001). In Other Words a Coursebook on Translation. USA-Canada: Routledge.
  • Berdestî, Z. (2012). Zarokname. Nûpelda. hejmar 9, 96.
  • Bingöl, A. (2014). Gotinên Pêşiyan û Biwêj. İzmir: Weşanên Na.
  • Fahd, T. (1986). Ibn Waḥs̲h̲iyya. EI. (c. III, 963-965). Leiden: E. J. Brill.
  • Gutas, D. (2003). Yunanca Düşünce Arapça Kültür Bağdat’ta Yunanca-Arapça Çeviri Hareketi ve Erken Abbasî Toplumu, Lütfü Şimşek (Wer.), İstanbul: Kitap.
  • İli, M. (2015). İngilizce Deyimlerin Türkçeye Çevirisinde Karşılaşılan Sorunlar ve Çözüm Yolları. DÜSBED. sal 7, jimar 14, 112-128.
  • Kaplan, L. (2020). Beramberên Gotinên Pêşiyan Ên Kurdî di Gotinên Pêşiyan ên Tirkî de. Semînera Doktorayê. Diyarbekir: Zanîngeha Dîcle. Enstîtuya Zanistên Civakî.
  • Kaya, M. (1992). Beytülhikme. DİA. (c. VI, 88-90). İstanbul: Türkiye Diyanet Vakfı.
  • Keskin, M. (2012). Çevirinin Vücutsal Tecrübesinden Kürtçe’nin Kayıp Zaman Arayışları. İnatçı Bir Bahar, Vecdi Erbay (Ed.), İstanbul: Ayrıntı. 442-461.
  • Macit, M. (2011). Tercüme Hareketleri. DİA. (c. XL, 498-504). İstanbul: Türkiye Diyanet Vakfı.
  • Oncu, M. (2015). Ferhenga Biwêjan. Ankara: Sîtav.
  • Oncu, M. (2020). Gotinên Pêşiyan (Senifandin-Şîrove-Ferheng). Berg I û II, Ankara: Sîtav.
  • Sağlam, M. Y. (2001). Atasözleri ve Deyimlerde İmgelem. HÜEFD. c. 18, j. I, 45-51.
  • Yıldırımçakar, Z. (2021). Werger wek Kirineke Çandî li ser rêyên ji wergernasiyê ber bi kurdolojiyê ve. Wan: Peywend.
  • Yıldız, A. (2020). Tevgera Wergera Kurmancî li Sûrî û Tirkîyeyê. Nûbihar Akademî. j. 13, sal 7, 115-138.
  • Yücel, F. (2013). Çeviribilimin Paradigmaları Çeviri Seçkisi. İstanbul: Çanakkale Kitaplığı.