Neteweperwerîya Kurdan

Neteweperwerîya Kurdan

Ev çend rêzên wergirtî, ji ber îhtimala jibîrkirinê tîne bîra me ku neteweperwerîya kurdan wek hêzeke zindî hebûna xwe didomine. Ji bo înkarkirina vê yekê, bi rastî jî divê mirov kor be. Hesta neteweyî; evîna welat, niştiman û dîrok û bawerî û kevneşopîyên wê, hestên gerdûnî ne ku/û di hundirê hemû mirovan de hene û rûheke bi vî rengî bêyî ku nijad, şareza û çandên cuda yên gelên cîran bêxe bin serwerîya xwe, meşrû ye. Kurd îro wek hemû gelên din xwedî hestên kûr ên neteweyî ne. Ev haylêbûna tûj a xwemalîya nijadî helbet ji nişkê ve derneketiye holê û –wek mînak- qet nebe bi qasî neteweperwerîya Ereban an jî ya dewletên nû yên Afrîkî yên cihêreng kevin e û -herî kêm bi qasî wan jî rûniştiye û bi cih bûye-. Loma jî, tu kesekî ku ji hesta kurdan a kelegerm ku îlhamê dide çalakîyên wan ên curbicur û bertekên wan ên sîyasî bêxeber e, nikare derheqê kurdan de bibe xwedî agahîyeke tije. Em ê li vir dernekevin derveyî xêzkirina çarçoveyeke bêyî hûrgilî ku kêmzêde derheqê geşadana vê dîyardeyê û kûrahîya wê de tenê fikrekê dide.

___

  • P. Rondot, La Nation Kurde en face des mouvements Arabes, Orient, no. 7, 1958. L.A. Wenner, “Arab-Kurdish Rivalries in Iraq”, Middle East Journal, 1963, pp. 68-82. J. Blau, Le probleme Kurde, Essai sociologique et historique, Brussels, 1963. D.A. Schmidt, Journey Among Brave Men, Boston, 1964. D. Adamson, The Kurdish War, London, 1964. D. Kinnane, Kurds and Kurdistan, Oxford, 1964.