Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê Destpêkek ji bo Mijar û Xwendinan

Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê Destpêkek ji bo Mijar û Xwendinan

Pirsgirêk û mijarên siyasî û dîrokî derbarê “Kurdan”[1] de li Rojhilata Navîn di çaryeka sedsala borî de bi awayekî giştî û mexsûsen di van salên dawî de bûye xwedî cihekî taybet. Vî cihî çi ji hêla jeopolîtîk û çi ji hêla zanistî-zanîngehî be, qadek ji bo derketina wêjeya teorîk vekiriye û lêkolînên berfireh ên derbarê Kurdan de kom kiriye. Ligel vê rewşê, her çend telaşên curbicur ji bo têgihiştina civak û çanda Kurdistanê hatibin kirin jî riwayetên cihê û hin caran rewşên nakok, di çanda Kurdan de rê daye ku ji hêla mijarê ve bi taybetî ji hêla zanistî ve qada gengeşiyê bilindtir bibe ku vê yekê bixwe alozî û nediyariyên derbarê çand û civaka Kurdan de zêdetir kiriye. Bi van lêkolînan, bergeha mijarên dîrok û çanda Kurdistanê bi taybetî yên derbarê pirsgirêkên siyasî û nijadî de kêm bûne. Vê rewşê, ne tenê girîngiya lêkolînên çandî û civakî ber bi goşeyekê ve avêtiye, belkî di piraniya xebatan de lêkolînên zanistî jî bi teorî û metodolojiyên nediyar re rû bi rû hiştiye

___

  • Tevhîdî, Hereketê Tarîxîyê Kord Be Xorasan; Yûsûf Mutevellî Heqîqî, “Temîlî Peyremûnê Îlel ve Çigûnegîyê Muhaciretî Kurdha Be Xoresan, Fesilnameyê Fiqh ve Tarîxê Kûçendeganê Kurmanc (Şîraz: Keyanneşir, 1389); Kelîmûllah Tovhîdî, “Ehemmîyet ve Esaletê Mûsiqîyê Kordîyê Xoresan”, Meqamê Mûsîqayî, Şomareyê 3 (1377), 106-113.
  • Matin, Kurds and American Liberalism; Khalid Khayati, Kurds in France and Sweden (Link - ping; Linköpıng University Pressö 2008).
  • Kerîm Husamî, Le Bîrewerîyekanem (Sûud: Kerîm Husamî, 1986); Ebdulrehman Şerefkendî, Çêştî Micêwir (Senendeç: Neşrê Azadî, 1388).
  • Mustafa Tîmûrzade, Vehşed Der Seqz (Tehran: Neşrê Şîraze, 1382);
  • Hekîm Nîlûferî, Zindebad Meşrûte, Payendebad Qanûn (Seqz; Gûtar, 1388);
  • Ihsan Nûrî Paşa, Combişê Milliyê Kurd Der Torkîye (Tehran: Tûkilî, 1380);
  • Reûf Zîyayî, Yadaşthayî Ez Kordistan (Urmîye: Selahaddîn Eyyubî, 1367).