لەبارەی(كاتب) و (خاكی) چەند زانیاریی نوێ لە ئەرشیڤی عوسمانیدا
Lebarey Katib û Xakî
Çend Zaniyarî Niwê Le Arşîvî Osmanî da
Yek ji rêkên gehîştin bi agahîyan derbarê helbestvanên me yên klasîk, Arşîva osmanîyan û hemî ew Keşkol, Mecmû'eya Şî'rî, Qafîleya Eş'ar, Gulşena Şu'erayan, Teşrîfata Şu'era, Meşahîrê Şu'era, Tezkîreya Şu'era û Tezkîreya 'ulema û udebayan in ku ihnek ji wan hatine çap kirin û hinekî din jî ta niha bi destxet mane û nehatine çap kirin. Di nav wan de gelek agahî derbarê helbestvan û 'alimên kurd hene. Ji xwe jiyana gelek helbestvanan di nav dîroka edebiyata kurdî bi kamilî nehatine nivîsandin û roj piştî rojê agahyên nû derdikevin holê. Ev nivîs bal dikşîne ser du helbestvanê sed sala nozdan, li devera Baban, ew jî Katib û Xakî ne, ku bi rêka belgeyên osmanî û tezkîreya şu'erayan hinek aliyên tarî ji jiyana wan ronî dike..
Peyvên Sereke: Dîroka edebiyata kurdî, Katib, Xakî, 'Arif Hîkmet, Belgenameyên Osmanî
___
- حكمت، عارف (دەستخەتی تذكرة الشعراء) پارێزراو لە كتێبخانەی سلیمانیة، ئەستەنبوڵ.
- خاڵ، شێخ محەمەد (1978)، مەلا محەمەدی خاكی، چاپخانەی كۆڕی زانیاری كورد، بەغدا.
- سجادی، عبدالحمید حیرت (1364)، گلزار شاعران كردستان (شامل آثار 250 شاعر)، چاپ اول، چاپخانەء رامین، تهران.
- قەرەداغی، محەمەد عەلی (2008) دیوانی كاتب، بڵاوكراوەی ئاراس. هەولێر.