METN Û DANASÎNA FIQIHNAMEYA HEYDERÎ

Di nav ‘ilmên Îslamî yên mîna tefsîr, kelam, hedîs, qira‘et û usûlên wan de, ‘ilmê fiqihê ango ‘ilmêhal jî wek ‘ilmekî esasî cih girtiye. ‘Ilmê fiqihê, di edebiyatên rojhilatê yên klasîk de ji bo perwerde û teblîxa dînê Îslamê bûne wek çavkanî. Berhemên ku di edebiyata klasîk de bi vê mebestê hatine nivîsîn wek “fiqihname” hatine binavkirin. Di fiqihnameyan de mijarên Îslamî ên ferdî û civakî ên ku vabestê hukmeke emelî ne, bi zimaneke edebî û bi şêwazeke dîdaktîk tên nivîsîn. Ev cure berhem bi gelemberî menzûm in û di şiklê mesnewiyan de ne. Mijara xebata me jî li ser fiqihnameyeke kurmancî ye ku ji aliyê nivîskareke kurmanc, Şêx Muhemmed Emînê Heyderî ve hatiye nivîsîn. Ev fiqihname wek destxet di erşîva Mehmet Zahir Ertekin a taybet de heye. Me jî vê fiqihnameyê ji tîpên erebî latînîze kir û di bin van beşan de vekola: 1-Destpêk, 2-Navê Berhemê û Nusxeyên Wê, 3-Muellifê Berhemê, 4-Tarîxa Nivîsandina Berhemê û Sebebê Te’lîfa Wê, 5-Taybetmendiyên Teşeyî yên Berhemê, 6-Naveroka Berhemê, 7- Ziman û Şêwaza Berhemê û 8-Beşa Transkrîba Metnê.

___

  • ACAR, Hayrullah, “Fiqihnameyeke Menzûm Di Edebiyata Kurdî De: Rîsaletu Sefînetu’l-Ekrad Ila Sebîli’r-Reşad/Sefîna Kurdan Ji Bo Ehlê Bajar û Gundan A Mela Ebdulcelîlê Botî”, e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, Nisan-2016 Cilt:8 Sayı:1.
  • ADAK, Adurrahman, Teşeyên Nezmê- Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de- Weş. Nûbihar, İstanbul 2019.
  • AKÇAY, Ali İhsan, “Manzum İlmihaller”, Türk-Üslam Edebiyatı El Kitabı, Edt. Ali Yılmaz, Weş. Grafiker, Ankara 2015.
  • AKÇAY, Halil, “Son Dönem Tasavvuf Âlimlerinden Şeyh Muhammed Emin el- Heyderî (Hayatı ve Eserleri)”, Kimlik Kültür ve Değişim Sürecinde Osmanlı’dan Günümüze Kürtler, Uluslararası Sempozyumu, Bingöl Üniversitesi Yayınları, Bingöl 2013. r.392-404.
  • El-HAYDERÎ, Şeyh Muhammed Emin, Tuhfetü’l Hayderî, Seyda Yay. Diyarbakır, 2019.
  • KARAMAN, Hayrettin “Fıkıh” TDV İslam Ansiklopedisi, Cild.13, İstanbul, 1996. r. 1-14.
  • SÜSLÜ, Zahir, “Ali Efendi’nin Manzûm İlmihâli”, International Journal of Economics, Politics, Humanities & Social Sciences Vol: 2 Issue: 3 Summer 2019. ss.165-183.