DENGÊ AHENGÊ DI HELBESTÊN MELAYÊ CIZÎRÎ DE

Aheng, di edebiyatê de hêmaneke bingehîn a şêwaz û estetîka edebî ye. Aheng her zêde xwe di helbestê de nîşan dide. Ew di heman demê de mûsîqiya helbestê ye jî. Di helbesta Kurdî de hemû hêmanên ahengê cara pêşî ji aliyê Melayê Cizîrî ve hatiye cîbicîkirin. Mela di tarîxa edebiyata kurdî de yekem kes e ku kêşa erûzê bi perspektîfeke berfireh û bi awayekî serkeftî bi kar aniye. Mela di cîbicîkirina erûzê de gelekî serkeftî ye. Di Kurmanciya sade ya rojane de erûz bêqusûr tetbîq kiriye. Behrên remel, hezec û recezê piraniya helbestên wî saz dikin. Mela wek şêwazekê recez ji bo serwaya hundurîn (hunera tesmîtê) terxan kiriye. Serwaya hundurîn yek ji taybetiyên xweser ên şêwaza Melayê Cizîrî ye. Mela di 31 helbestên xwe de bi şeş şêweyan serwaya hundurîn bi kar anîne. Ev yek wek xaleke ciyaker a Melayê Cizîrî derdikeve pêş. Mela hunerên bedî’î yên bi ahengê re têkildar jî bi kar anîne ku ew jî î’ade, ‘eks, tekrîr, alîterasyon û asonans. Mela di helbestên xwe de aheng û mûsîqiyeke bihêz bi dest xistiye. 
Anahtar Kelimeler:

Melayê Cizîrî, aheng, estetîk

___

  • NESİM DORU
  • HAYRULLAH ACAR
  • TAHİRHAN AYDIN