ÇALIŞTAY TANITIM VE DEĞERLENDİRMESİ

û Mesut Keskin; a duyem de M. K. Izaldeen, Ramazan Alan û Serwer Abdullah; a sêyem de Sarbast Nabi, Rebwar Siwaylî, Kawa Desture; a çarem de Michael Leezenberg, Dara Salam, Zulkuf Ergun û Newzad Cemal gotarên xwe pêşkêş kirin. Di runiştina nirxandin û encamê de
Anahtar Kelimeler:

-

ÇALIŞTAY TANITIM VE DEĞERLENDİRMESİ

Beşa Ziman û Çanda Kurdî di tarîxa 25-26 Çiriya Pêşîn 2013an de komxebateke bi navê “Di zanistên mirovî û civakî de bikaranîna Kurdî (I):Felsefe bi Kurdî” hat saz kirin. Di Tirkiyê de yekemîn car bu ku xebateke bi vî rengî hatiye li dar xistin. Sazgerê komxebatî di destpêkê de giringiya felsefeya bi kurdî weha got: “Ziman weke ku tê zanîn, hebûneke xwe ya jîndar heye. Bi dormana xwe ya jîndar de ziman an tekûz û geşedar dibe; yan jî lawaz dibe û dimire. Ziman û raman girêdayî hev in. Geşebûna raman û hizrê bi hêza ziman ve girêdayî ye. Hêza ziman jî bi xwedîbûna têgehan ve têkildar e. Zimanê ku di jiyana rojane de tê bikaranîn, zimanekî bi sînor e. Her wiha zimanê helbest û wêjeyê jî bi piranî zimanekî hestewar e. Lê divê zimanek hebûna xwe di hemû qadên jiyanê û hemû cureyên nivîskarî û ramanî de bide nîşan. Di zanistên civakî de, bi taybetî di felsefeyê de bikaranîna zimanekî, dibe ku weke pîvaneke tekûzbûna wî zimanî bê pejirandin. Ji bo ku zimanek bibe zimanê zanist û felsefeyê jî pêwîst e xwedî bingeheke hizirkirina razber (abstract) be. Wek Ricoure bal dikişîne, eger dê imkâna zanistên pirdisiplînî (multi disciplinary) bê bilêvkirin, divê di navenda wan de felsefe cî bigire. Lewre felsefe taybetiyên wek rexnegerî, pergalî û şîroveyî di nav xwe de dihewîne. Ji ber van taybetiyên xwe, rêbaza felsefeyî dibe ku pêşxistina hemû cure ramanên mirovî û civakî de rolekî bingehîn bigire. Ji bo ku Kurdî
Keywords:

-,