DIMDIM NRXANDINA PIRTÛKÊ

Dimdim, romana Erebê Şemo ya sêyemîn e. Erebê Şemo, ji xeynî Dimdimê sê romanên din ên bi navê “Şivanê Kurmanca, “Jiyana Bextewar” û “Hopo” nivîsîne. Romana Dimdim, di sala 1969an de hatiye weşandin. Raboriya weşandina Dimdimê wiha ye. Roman, di sala 1969an de li Êrîvanê, ji aliyê Weşanên Heypethtratê ve tê weşandin. Ev çap 572 rûpel e. Di sala 1972an de roman bo Rûsî bi navê Krêpost Dimdim (Kelha Dimdim) tê weşandin. Erebê Şemo û L. Ostogorskay roman wergerandine Rûsî û Weşanên Destkay Lîteratura jî li Moskowê çap kiriye. Ev çapa yekemîn a Rûsî 208 rûpel e. Piştî çapa yekemîn di sala 1976î de çapa duyemîn a romanê tê weşandin. Ev çap jî 208 rûpel e. Di sala 1974an de roman ji aliyê Erebê Şemo û N. Gorskay ve bo Rûsî hatiye wergerandin. Weşanên Destkay Lîteratura di sala 1974an de li Moskowayê vê wergerê çap dike. Werger ji 208 rûpelan pêk tê.

___

  • Erebê ŞEMO, Dimdim, Weşanên Lîs, Stenbol, 2007. Erebê ŞEMO, Dimdim, Weşanên Lîs, Stenbol, 2007. Erebê ŞEMO, Dimdim, Weşanên Lîs, Stenbol, 2007.